Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêketina Mûşek bi nexweşxaneya “Mei`medanî” li bajarê Xezê, berteknîşandana welatên cîhanê li pey xwe anî

11:38 - 18 Çirriya pêşîn 2023

Li encama pêketina mûşekê bi nexweşxaneya “Mei`medanî” li bajarê Xezê trajêdiyeke mirovî qewimî û zêdetir ji hezar kesî hatine kuştin û ti aliyekê ev êrîşe li stuyê xwe negirtiye û renge rejîma Îranê li vê êrîşê de rol hebe.

Pêka raporên belavbûyî, piştî pêketina mûşekekê bi nexweşxaneya“Mei`medanî” li bajarê Xezê û kuştina zêdetir ji hezar kesî li vê êrîşê de, li seranserê cîhanê de li ser vê cinayeta hovane bertek hatine nîşandan û li çendîn welatan de misilmanan li dijî Îsraîlê xwenîşandan kirine û li çendîn welatan de jî êrîş kirine ser balyozxaneya Îsraîlê.

Herwisa piraniya rêberên xwedîhêz ên cîhanê tevî şermezarkirina vê êrîşê daxwaza rohnbûna vê cinayeta li dijî mirovahiyê kirine.

Pêka rapor û girte vîdyoyekê ya kanala televîzyoniya “Aljazîre”yê, ew êrîşe li taxeke nêzî nêxweşxaneyê ku li jêr konrtola hêzên Hemas û girûpên din ên îslamî de ye, bo ser nexweşxaneyê hatiye kirin û Îsraîlê jî daye zanîn ku ew mûşekeke ji rêderketî ya Hemasê bûye û hemû zanyariyên xwe yên li vê derheqê de dane Amerîkayê.

Hêjayê gotinê ye ku “Elî Xamineyî” berî vê êrîşê, gef ji Îsraîlê xwaribû ku “Ommeta Îslamî” dê li hember êrîşên Îsraîlê bisekinin, lewra Ji rejîma Îranê dûr nîne ku bi encamdana cinayeteke wiha hovane, hewla bizivandina seha misilmanan bi dijî Îsraîlê bide û rejîma Îranê heta niha bi awayên cur bi cur bo cîhanê daye selimandin ku pêbendê ti yasa û behayeke exlaqî û mirovî nîne.