Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hefit welatiyên girtî û xelkê bajarê Seqiz û Sine bi dana barimteyê hatine azadkirin

11:40 - 18 Çirriya pêşîn 2023

Hefit welatiyên Kurd û xelkên bajarê Sine û Seqizê ku li salvegera şehîdkirina Jîna Emînî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibûne girtin, bi dana barimteyê hatine azadkirin.

Li gorî nûçeya Encûmena Girtiyên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê “Xweragirî”, roja Sêşemî 25ê Rezbera 1401 a Rojî, şeş welatiyên girtî xelkê bajarê Seqiz yên bi navên, Sefa Aêlî, Azad Emînî, Semîra Ehmedî, Hîwa Tatayî, Umîd Muqedîs û Hîwa Cîhanî, ku li salvegera şehîdkirina Jîna Emînî ji aliyê hêzên serkutker yên rejîmê ve hatibûne girtin, bi dana barimteyek giran û bi awayê demkî hatine azadkirin.

Hevdem Erselan Dîwanger, welatiyê girtî û xelkê bajarê Sine, bi dana barimteyek giran bi qasî 500 Milyon Tumen, bi awayekî demkî li girtîgehê hate azadkirin, herwisa di heyama girtinê de li mafê dertpêregiheştin bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatibû bê parkirin.