Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

6 sal girtina Teilîqî bi ser welatiyekî Kurd de hate sepandin.

11:43 - 18 Çirriya pêşîn 2023

Welatiyekî Kurd yê bi navê Mikaîl Mînberî xelkê gundê Niyer û akinciyê bajarê Sine, ji aliyê Taya Yek a Dadgeha Înqilaba rejîmê li vî bajarê 6 sal girtîgeha Telîqê biser de hate sepandin.

Li gorî rapora Çaw Newsê dadgehê ev welatiyê Kurd bi tohmeta Endambûn li yek ji hizbên kurdî û pirûpagende dijî nizamê, tometbar kirine û herwisa ev hikum di heyama rojên derbas bûyî bi navbirî re hatiye ragehandin.

Mikaîl Mînberî heya tewaw bûna cezayê biser de hatî sepandin dibe her 4 meh carekê xwe bi Îdareya Îtilaata rejîmê li Sine binasîne û îzna çûneder li welat jî nîne.

Roja Çarşemî 8ê Pûşpera 1401 a Rojî, Mikaîl Mînberî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatibû girtin.