Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Parêzerekî dadgustrî û mamosteyê zanîngehê li bajarê Seqizê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hate girtin

16:26 - 18 Çirriya pêşîn 2023

Roja Çarşemî 19ê Rezbera 1402 a Rojî, Nasir Sergeran parêzerê nabîna û mamosteyê zanîngeh, çalakvanê mafê mirovî, û xwedî pêwîstiyên taybet ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve bi mebesta lêpêçînê bo girtîgeha Îdareya Îtilaata Sinê hate veguhastin.

Hêzên ewlehî bi bê hebûna ti belgeyek yasayî êrîş kirine ser mala wî parêzerî û navbirî û girtine.

Ev mamosteyê zanîngehê, heya niha peywendiyek kurt a telefonî digel malbata xwe hebûye û li dest pêregiheştin bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatiye bê parkirin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê sedema girtin û tohmetên ku bi ser navbirî de hatinî sepandin ti zaniyariyek liber dest de nîne.