Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa ewlehiya bajarê Zahidanê berdewam e

12:26 - 2 Çirriya pêşîn 2023

Hêzên rejîma Îranê milîtarîzekirina bajarê Zahidanê didomînin û rewşa ewlehî ya sepandî bi ser xelkê bajarê Zahidanê her wek, çend rojên derbasbûyî berdewam e û hêzên serkutker li bajar de cihgîr bûne.

Pêka girte vîdyoyên belavbûyî, hêzên ewlehî, leşkerî û întizamiyên rejîma Îranê, heta niha milîtarîûzekirina bajarê Zahidanê berdewam kirine û li piraniya taxên bajarê Zahidanê de cihgîr bûne û hatin û çona xelkê kontrol dikin.

Hêzên rejîma Îranê li salvegera “Îna bi Xwîn” a bajarê Zahidanê de, zêdetir ji 200 kesan li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de bi awayê bi kom binçav kirine ku heta niha navê 32 zarokan jî li nav lîsteyê wan binçavkiriyan de hatine dîtin.

Herwisa li vê derheqê de rejîma Îranê li bajarê Ehwazê, ji trisa daxistina şeqaman ji aliyê xelkê ve, lastîkên maşînan li asta bajar de kom dike ku nekevne dest xelkê û nekarin li dema xwenîşandanan de bi kar bînin.