Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema kêmbûna mamosteyan, çendîn xwendingeh li parêzgeha Urmiyê hatine daxistin

16:34 - 18 Çirriya pêşîn 2023

Li halekê de ku mamosteyên nerazî li Rojhiêlatê Kurdistanê û Îranê de ji ser kar hatine dûrxistin, xwendingehên parzêgeha Urmiyê rastî kêmbûna mamosteyan hatine û hejmarek xwendingeh jî bi vê sedemê hatine daxistin.
Piştî derbasbûna nêzî mehekê ji destpêkirina demsala nû ya xwendinê, çendîn xwendigeh li parêzgeha Urmiyê ku pitir ên asta destpêkî ne, kilasên xwe daxistine.
Herwisa birêveberên wan xwendingehan li vê derheqê de ragihandine ku bi sedema kêmbûna mamosteyan, zarokên xwe bo xwendingehê naşînin.
“Ebas Zakir” Nûnerê meclîsa rejîmê yê bajarê Urmiyê gotiye ku 506 xwendingeh li vê parêzgehê de rastî kêmbûna mamosteyan hatine û sedema vê yekê, derxistina mamosteyan li ser kar e ku bi awayê “Nêhzetî, Destpêkî, Mêhraferîn û …hd, mijûlê wanegotinan bûn.
Kêmbûna mamosteyan ji aliyekê û derxistina mamosteyên nerazî ji aliyek din ve, gelek pirsgirêk li wî warî de li pey xwe anîne û Encumena Hevahengî ya Sendîkayên mamosteyan, daxwaza zivîrandina wan mamosteyên derxistî kirine.
Ji aliyek din ve, mamosteyan li seranserê Îranê de û li pêvajoya şoreşa “Jin Jiyan Azad”yê de bi sedema hevkarînekirin digel dezgehên ewlehî yên rejîmê li tepeser kirina nerazitiyan li xwendingehan de kevtine ber kerb û kîna rejîmê û hejmarek zêde ji wan mamosteyan, ji kar hatine dûrxistin an jî hatine derxistin.