Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Agirpêketinek li palavtingeha Kengan a Bûşêhrê de qewimî

17:37 - 18 Çirriya pêşîn 2023

Pêka nûçeyên belavbûyî, agirpêketin li palavtingeha Kenganê li parêzgeha Bûşêhrê de li nêzî avên kendavê de qewimiye û heta niha ti zanyariyek li derheq sedema vê agirpêketinê û xisarên canî û malî belav nebûne.
Demjimêrên piştî nîvro ya roja Çarşemî 26ê Rezberê, agirpêketineke gelek mezin li enbara îzole ya sayta 2 a petro-palavtingeha Kenganê de qewimiye û girûpên agirtemirandina rejîmê hewla temirandina wî agirî didin lê heta niha ti zanyariyek li derheq sedema agirpêketin û xisarên canî û malî yên vê agirpêketinê belav nebûye.
Herwisa hatiye baskirin ku maşînên temirandina agir jî bo petro-palavtingeha Kenganê hatine şandin.
Agirpêketinên cihê şik û gumanê li palavtingeh û navendên petrokîmiya li Îranê zêde bûne û her carê rejîma Îranê hewla perdepoşkirina sedema wan bûyeran dide û bi awayekî dixwaze bi nûçeyên çewt û raporên nezanistî, hizra giştî ji rê derxîne.
Hêjayê gotinê ye ku perto-palavtingeha Kenganê li sala 1399 a Rojî de bi armanca berhemanîna Gaza “Êtan” li faza 12 a Parsa Cinûbî” de hatiye avakirin û madên “Olêfîn, Polî Etîlên, LLD û PDh\P.P berhem tîne.