Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Diruşmên dijî rejîmê li merasima bi axê spartina “Daryûş Mêhrcû” û hevjîna wî de hatne danê

10:45 - 19 Çirriya pêşîn 2023

Termê Sînemakarê naskiriye îranê û hevjîna wî, di nava girseyekî mezin û bi beşdariya sedan kesayetî, hunermend, nivîser, werzişkar û xizm û nasiyar û lê hezkiriyê keda huneriye Daryûş, li Tehranê de bi rê ve çu.

Merasima birêkirina termê Daryûş Mêhrcû derhênerê binavûdenge Sînema ya îranê, roja 26ê Rezberê li Tehranê bi rê ve çu.

Di vê merasimê de piraniya Keç û Jinên beşdar, bi bê hicaba zorê beşdar bûn û ger heya niha rejîmê rastiya kuştina Daryûş û hevjîna wî aşkera nekiriye, lê beşdaran qetla wan hevşêweya qetla Daryûş Firûher û hevjîna wî dane zanîn.

Piştî axivtina keça Daryûş Mêhrcû bi avayê bê hicab, xelkê beşdar li vê merasimê de, dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî”  “Merg bo dîktator”  “Ne xeze, ne Lubnan, canê min fedayê Îranê” û çendîn diruşmên dijî rejîmê dan.

Piştî wan diruşman bi dijî rejîmê, hêzên tepeserkar merasim têk dan û ji tirsê berfireh nebûna diruşm û nerizayetiyan, xelkê beşdar jev belav kirin.

Parekî berçav ji malbat Mêhrcû û sînemagerên Îranî û hunermend li ser vê baverên ku kuştina Daryûş û hevjîna wî heman “qetlê zincîreyî” ye.

“Daryûş mêhrcû” û hevjîna wî ya bi navê “Vehîde Mihemedîfer” roja 22 yê Rezberê  li wîlaya xwe de li bajarê Kerecê de hatine kuştin.,