Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serkoramê Amerîka huşdarî da ku nabe ti welatek destêverdana leşkerî li dijî Îsraîlê bike

10:47 - 19 Çirriya pêşîn 2023

“Joe Biden” li serdana xwe bo Îsraîlê de bi wan welatên ku renge li şerê digel Îsraîlê de destêverdana leşkerî bikin, hûşdarî da û herwisa soza alîkariya malî bo xelkê Felestînê jî daye.

Serkomarê Amerîka “Joe Biden” li serdana xwe bo Îsraîlê de bi tekezî huşdarî daye ku nabe ti welatek destêverdana leşkerî li şerê Îsraîlê de bike û armanca wî rejîma Îranê û herwisa girûpên milîs ên çekdarên ser bi rejîma Îranê ye ku gefê li Îsraîlê dixwîn.

Gotinên Serkomarê Amerîkayê li halekê de ye ku serkomarê rejîma Îranê “Îbrahîm Reîsî” li bajarê Tehranê de li derheq êrîşa bo ser nexweşxaneya Xezê de gotiye ku ew dawîhatin bi dewleta Îsraîlê ye û herwisa rêberê rejîma Îranê “Elî Xamineyî” jî  berê vê êrîşê, gefa sekinîna “Ommeta Îslam” li hember Îsraîlê de xwaribû ku ew yeka şik û gumana rola rejîma Îranê li êrîşa bo ser nexweşxaneya Xezê, gelek zêde dike.

Serkomarê Amerîka soz daye ku 100 milyon Dolar, alîkariyê bide xelkê Felestînê ku bi sedema şerxwazî û destêverdanên rejîma Îranê kevtine nav şerekî nexwestî.