Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberekî Kurd xelkê bajarê Merîwanê bi teqeya rastewxwe ya hêzên spaha Pasdaran ve hate kuştin

10:48 - 19 Çirriya pêşîn 2023

Kolberekî ciwan û xelkê bajarê Merîwanê yê bi navê Ferîd Wetenî Resûl, bi teqeya rastewxwe ya hêzên spaha Pasdaran a terorîst ve li nêzî sînorê gundê Dereweran yê ser bi vî bajarî, canê xwe jidest da.

Li gorî nûçeya Ajansa Mafê Mirovî ya Hengawê, şeva Sêşemî 25ê Rezberê, Ferîd Wetenî Resûl temen 34 salî û akinciyê taxa Serdoşiyan yê ser bi bajarê Merîwanê, li dema kolberiyê bi teqeya rastewxwe ya hêzên spaha Pasdaran canê xwe jidest da.

Hengawê ragehand, ev kolberê Kurd ku bavê sê zarokan bûye li nêzî gundê Dereweran yê ser bi Merîwanê bi teqeya rastewxwe yên hêzên spaha Pasdaran ve hatiye kuştin.

Malbat û kesûkarên vî kolberî, şeva derbas bûyî termê Ferîd Wetenî Resûl wergirtine û bi axa pîroz a Kurdistanê sipartine.