Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du ciwanên Kurd yên xelkê bajarê Qurwe ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatine girtin.

10:49 - 19 Çirriya pêşîn 2023

Mehdî Qenberî, xelkê bajarê Qurwe û derçûyê zanîngeha Terbiyet Muelim û ciwanekî din xelkê vî bajarî yê bi navê Nîma Xalîdiyan, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatine girtin.

Li gorî Nûçeya Hengawê, roja Sêşemî 25ê Rezberê Mehdî Qenberî ciwanê temen 31 salî û xelkê bajarê Qurwe û derçûyê zanîngeha Terbiyet Muelîm, li yek ji şeqamên vî bajarî hate girtin.

berê jî wate roja Sêşemî 11ê Rezberê, hejmarek ji hêzên rejîmê rijiyane ser ciwanekî din yê xelkê bajarê Qurwe bi navê Nîma Xalîdyan û navbirî girtin, di heyama 15 rojên berê ti nûçeyek li hember çarenivîsa Nîma li berdest de nîne.

Mehdî Qenberî û Nîma Xalîdyan, piştî girtinê ji aliyê hêzên Wezareta Îtilaatê ve bo girtîgeha vî Navenda ewlehî li bajarê Sine hatine veguhastin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, sedema girtin û tohmetên ku biser navbirî de hatinî sepandin ti zaniyariyek li ber dest de nîne.