Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi sedema nebûna mamostayan sedan qutabxane li Îranê de hatine daxistin

11:11 - 19 Çirriya pêşîn 2023

Gorî raporên berdest li bajarê Serbaz ku dikeve Sîstan û Belûçistanê, bi sedema nebûna mamostayan, çendîn qutabxane hatine daxistin.

Di demekê de ev qutabxanê têne daxistin û qutabî ji xwendinê bêpar dimînin, rejîma dîktatore Îranê, ne tenê ti mamostayekê di cihê mamostayên malnişîn kirî danamezrîne, belku rojane û berdewam mamostayan li ser kar derdêxe û yan bi hegera parekevtina hiqûq û kêmiya hiqûq mamosta dev ji kar berdide.  

Her di vê derheqê de û daxistina qutabxanan bi sedema nebûna mamostayan de, “Ebas Zakir” Nûnerê bajarê Urmiyê li meclîsa rejîmê de gotiye ku 506 xwendingeh li vê parêzgehê de rastî kêmbûna mamosteyan hatine û sedema vê yekê, derxistina mamosteyan li ser kar e ku bi awayê “Nêhzetî, Destpêkî, Mêhraferîn û …hd, mijûlê wanegotinan bûn.