Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ertîşa Îsraîlê li şev û roja derbasbûyî de 100an jêrxan û binkeyên Hemasê teqandin

11:14 - 19 Çirriya pêşîn 2023

Ertîşa Îsraîlê ragihandiye ku li şev û roja derbasbûyî de bi 100an jêrxanên Hemasê Kirine armanc û teqandine û herwisa li roja derbasbûyî de ertêşa Îsraîlê bi dironan bersîva rakêtên Hizbullah a Lubnanê daye.

Roja Pêncşemî 27ê Rezbera 1402 a Rojî, ertêşa Îsraîl bi belavkirina raporekê li derheq rewşa şer, daye zanîn ku li şev û roja derbasbûyî de bi 100an jêrxanên ser bi Hemasê yên wek cihê mûşekên dije tank, tûnel, jêrxanên ewlehî û binkeyên operasiyonan teqandine û bi 10an milîsên hemasê jî kuştine.

Herwisa ertêşa Îsraîlê ragihandiye ku êrîşên xwe li seranserê Xezê de didomîne.

li roja Derbasbûyî de jî hêzên ser bi Hizbullah a Lubnanê bi rakêtên dije tank êrîş kirine ser xelkê medenî yên 3 bajarên Îsraîlê ku ertîşa Îsraîlê li bersivê de bi dironan êrîş kirine ser hêzên Hizbullahê û girûpa êrîşker ji nav birin e û Hizbullahê gotiye ku 5 kes ji hêzên wan hatine kuştin.

Hêjayê gotinê ye ku êrîşên Hizbullah a Lubnanê egera berfirehtirbûna wî şerî zêde dike.