Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka 19 kes û nehadên peywendîdar bi pêşeya Mûşekiye Îranê xistne nava dorpêçê

11:23 - 19 Çirriya pêşîn 2023

Amerîka ragihand ku 19 kes û nehadên ku peywendî bi pirsa seneeta mûşekiye rejîma Îranê ve hene, xistine nava lîstê dorpêçên xwe.
Gorî zaniyariyan ku wezareta xezanedariya Amerîka li vê derheqê de belav kirine, ev kesên ku kevtine ber dorpêçê, endamê Sipaha Pastaran a terorîstin, û herwisa wezareta berevanî û cebirxaneya hêzên çekdare rejîma Îranê û hêzên bin destê vê ku li berhemanîna mûşek û pehpadan beşdarin, kevtine ber tehrîman.
Hevdem digel dawîpêhatina bertengiyên mûşekiye rejîma Îranê li gorî biryarnama 2231 a Şêwra Ewlehiya Saziya Netewên Yekgirtî, wezareta xezanedariya Amerîka 11 kes û 8 nehad û şirket li Îranê û li Çîn û Venêzoêla yê de,  bi hêceta beşdarî û alîkariya pêşxistina pêşeya Mûşekî a rejîma Îranê xistine nava dorpêçê.