Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birîndarbûna kolberekî Kurd bi teqeya rasterast a hêzên rejîmê li ser sînorê Nodşe

18:17 - 2 Çirriya pêşîn 2023

Kolberekî Kurd û akinciyê bajarê Pawe, yê bi navê Rehman Cemşîdî bi teqeya rasterast a hêzên rejîmê li ser sînorê Nodşe bi dijwarî birîndar bû.
Li gorî rapora Ajansa Nûçegihaniya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 9ê Rezberê Rehman Cemşîdî, xelkê gundê Nerwê yê ser bi bajarê Pawe li ser sînorê Nodşe bi teqeya hêzên rejîmî bi dijwarî birîndar bû.
Ev kolberê Kurd piştî birîndar kirinê bi teqeya rasterast a hêzên rejîmê, bo wergirtina tedaviyên pizîşkî bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin.