Ji aliyê Parlemana Ewropayê ve, şehîd “Jîna Emînî” û tevgera “Jin Jiyan Azadî” wek vergirê xelata “Saxarof” a sala 2023, hatine ragihandin.
Ev xelata ji sala 1988 a Zayînî ve her salê bi kes û wan sazî û rêkxistnan tê bexşîn ku berevanî ji mafê mirov û azadiyê dikin û li vê rêyê de nirxên giran dane.
“Vilma Nunîz Escorcia” û Osqofê Katolîk “Rolando Alvarêz” 2 ji wan kesayetiyên navdar li berevanî ji mafê mirov ên xelkê welatê “Nîkaragoa” û 3 jin ên xelkê Lehistan, Elsalvador û Amerîkayê ku li Parlemana Ewropayê de wek “Rêberên rawestan li hember jibarbirîna ewleh a zarokan, azad û yasayî” binav kirine ji berbijêrê vergirtina vê xelata xwedî hitbare mafê mirovî bûn.
Şehîd “Jîna Emînî” ya temen 22 salî, xelka bajarê Seqizê’, li 22ê Xermanan a 1401an bi hêceta “ hicaba nebaş” ji aliyê hêzên “geşta Îrşad” a rejîma Îranê ve li bajarê Tehranê hate binçavkirin û bi awahiyekê li şeqama “Wozera” hate veguhasrtin; Piştî demjimêrekê bo nexweşxaneyê hate veguhastin û piştî 3 rojan, nûçeya şehîdbûna vê bi awayê fermî ji aliyê malbata vê ve hate pişrastkirin.
Şehîdbûna “Jîna Emînî” bû destpêka tevgera “Jin Jiyan Azadî” li Îranê û gelek nekêşa vê şoreşê perê xwe havête paytextê gelek welatan û navê Jîna Emînî li dunyayê de dengveda, rejîma komara îslamî cehda tepeseriya vê tevgerê da, lê ev tevger heya niha jî bi awayên cuda cuda li Îranê de û ji aliyê xelkê azadîxwaz ve bi dijî rejîma dîktatore Îranê her berdewame.
Xelata bi şan a mafê mirovî ya “Saxarof” dê li roja 13ê “Disamber”ê de bê pêşkêşkirin.