Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gola Urmiyê bo deştek ji xwê û bi yekcarî hişik bû

19:15 - 19 Çirriya pêşîn 2023

Gola Urmiyê ku bi zanebûn ji aliyê rejîma Îranê ve hate hişikkirin, bûye cihê bagera xwê ku paşhatên bê veger hene.
Bi sedema bagera xwê ji cihê gola Urmiyê ku divê êdî li jêr navê kewîra Urmiyê bê gotin, paşhatên bê veger li deverên derdora Gola Urmiyê de dest pê dike û jinavçona baxçeyan, jinavçona jiyana kuvî ya ajelên li derdora gola Urmiyê û jinavçona xweza û ekosîstema çendîn deveran li pey xwe tîne.
Rejîma Îranê ku bi armanca derxistina kangeha Lîtiyom û armancên siyasî yên qirêj, gola Urmiyê bi zanebûn hişk kiriye,  bûye sedem ku jiyana xelkê li parêzgehên Urmiye, Tewrêz, Erdebîl û çend parêzgehên din bikeve jêr gefa jinavçonê.
Nexweşiyên pêst, pişik, dil, nexweşiyên bê çareser paşhatên nemana gola Urmiyê ne.
Ew devera ku ji nav diçe cihê jiyana bi milyonan kes ên netewên Kurd û Tirk e ku bizanebûn û li siyaseteke demdirêj a rejîma hov a Îranê bi tevahî dikeve jêr metirsî û gefên nemana avê li gola Urmiyê. 
Gola Urmiyên êdî li qonaxekê de ye ku ti îmkanek bo zindîkirina vê nîne û bo yekcarî nema.