Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Birêveberiya Hizba Demokrat: Dana xelata Saxarof bi tevgêra “Jin, Jiyan, Azadî” deskevtekî dinêye wê tevgerê ye

10:41 - 21 Çirriya pêşîn 2023

Roja Pêncşemiyê 19ê Çirriya Pêşîn a 2023 an, Xelata “Saxarof” bi “Jîna emînî” û tevgêra “Jin, Jiyan, Azadî” hate pêşkêşkirin. Ev biryara Yekîtiya Ewrupa tevî evê ku cihê rêz û pêzanînê ye, piştevanî kirin ji tevgêra mafxwazane a gelên îranê bi dijî dîktatoriya rejîma komara îslamiya Îranê ye û wekî deskevtekî dinêye tevgêra “Jin, Jiyan, Azadî” tête hesibandin.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, tevî rêzgirtin ji vê biryara Yekîtiya Ewrupa, bi hêceta pêşkêşkirina Xelata Saxarof bi Şehîd “Jîna Emînî” û tevgêra “Jin, Jiyan, Azadî” pîrozbahiyê li dayîk û babê Jîna Emînî, û tev qurbaniyên bêgunehe vê tevgerê, û xelkê Kurdistan û gelên Îranê dike.

 

Hizba Demokrat a kurdistana îranê

Navenda Birêveberî