Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pitir ji 30 Milyon kesî li Îranê de li jêr hêla hejariyê de ne û mihtacê nanê şevê ne

10:52 - 21 Çirriya pêşîn 2023

Abûrînasekî heyeta zanistiya Zanîngeha Çemran gotiye ku li Îranê de zêdetir ji 30 milyon kes nanê xwarinê dest nakeve û li hejariya tevav de dijîn.
Abûrînasekî heyeta zanistiya Zanîngeha Çemran bi navê “Morteza Ofoqî” gotiye ku li baştirîn rewşa niha de zêdetir ji 30 milyon kes li hejariya tevaw de dijîn û şiyana dabînkirina hewcehiyên destpêkî yên jiyana xwe ên wek “xwarin, kinc û kirayeya xaniyan” nînin.
Ev gotinên vî abûrînasê rejîma Îranê li halekê de ye ku her salê tevî gendelîiya malî ya berpirsên rejîmê, bi 10an milyard Dolar ji perê xelkê Îranê bo şerxwazî û siyasetên şaş ên rejîma Îranê li Rûsiyê, Amerîkaya Latîn û Rojhilata navîn bi taybet li Sûriye, Lubnan, Yemen, Felestîn û çendîn cihên din de tê xerckirin û li navxweyê Îranê de jî bo geşedan bi bernameya navkî û mûşekî tê xerckirin.