Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa nexuya a Armîta girawend bûye cihê nîgereaniya hemî azadîxwazan

12:00 - 21 Çirriya pêşîn 2023

Di demekê de ku ti kesê zaniyarî li ser rewşa keça Kurd a 16 salî a bi navê Armîta girawenê çinîne û rejîm îzana derkevtin û belavbûna zaniyariyan bi temamî digere û malbata Armîta yê bi tundî li jêr givaş û gefê de ne ku nabî digel ti media û ragihandinekê li derheq Armîtayê hevpeyvînê bikin, xelkê azadîxwaze Kurdista û Îranê nîgeranê qedera vê keça Kurdin.

Li piraniya bajaran de rêvîngên riya azadiyê û xemxwarên Armîtayê bi hildana postêr û Wêne û navê Armîta yê nîgeraniya xwe didne xuyakirin û daxwazkarê zelalkirin rewşa Armîta yê ji aliyê rejîmê ve ne.

Li ser şeqaman, li qutabxane û zanko û ser metroyan, postêr û wêne û nîgarkêşiya Armîtayê tête dîtin.

Armîta Girawend, ji aliyê hêzên tepeserkare rejîma Îranê ve kevte ber êrîş û lêdan û kutanê, ku ev 20 roje li komayê de ye.