Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Belûç tevî rewşa ewlehî ya bajarê Zahidan piştî nimêja Înê, xwenîşandan kirin

10:40 - 21 Çirriya pêşîn 2023

Hêzên ewlehî û leşkerî yên rejîma Îranê li bajarê Zahidanê de bi 100an kes ji xelkê nimêjker ên mizgevta “Mekkî” binçav kirin û hejmarek jî birîndar kirine ku çendîn kes ji wan zarok in.

Tevî rewşa ewlehî û milîtarîzekirna bajarê Zahidanê ji aliyê hêzên ewlehî û leşkerî yên rejîma Îranê, xelkê wî bajarî li roja Înê 28ê Rezberê xwenîşandanek li dijî rejîma Îranê lidar xistin û dirûşmên wek “bimre diktator û sond bi xwîna hevalên xwe, heta dawiyê em sekinîne” ne Xeze ne Lubnan Canê me fedayî Îran” dan û li hember hêzên rejîmê sekinîn.

Hêzên tepeserkar ên rejîma Îranê li derdora mizgevta “Mekkî” û bi taybet li şeqama “Razî”, li pişt mizgevta “Mekkî” bi tundûtîjiyek hovane û dûr ji mirovahiyê êrîş kirine ser xwenîşandana hêminane a xelkê û bi 100an kes binçavkirine û herwisa çendîn kes jî bi sedema tundûtijî û gaza rondikrêj û gulleyên şer ên rejîmê birîndar bûne ku hejmarek ji wan zarok in.

Pêka rapora “Halveş” hêzên rejîmê bi maşîna avreşandinê reng bi ser xelkê de reşandine ku xuya bike kê li xwenîşandanê de beşdar bûye û hêsantir wan binçav bikin.

Herwisa li şeva 29ê Rezberê de jî ciwanên bajarê “Xaş” bi agirberdan bi lastîkên maşînan rê daxistin û li hember hêzên rejîmê sekinîn.