Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê li Sûriye, Îraq, Lubnan û Yemenê de milîsên girêdayê bi xwe bo şer digel Îsraîl rêk xistine

12:26 - 21 Çirriya pêşîn 2023

Nûmerekî meclîsa rejîma Îranê gotiye: “Hewce nake Îran beşdarî li şerê digel Îsraîlê bike û hêza moqawimetê li Yemedn, Îraq, Sûriye û Lubnanê de bo encamdana wî karî hatiye rêkxistinkirin.

Nûnerekî meclîsa rejîma Îranê li meclîsa rejîmê de li derheq şandina hêzê ji Îranê ve bo şer digel Îsraîlê de bi eşkere gotiye: “Ez hizir nakim ku hewce be Îran ti hêzekê bo alîkarîdan bi Hemasê bişîne, hêzên muqawimet li rojavayê Asiyayê de anku Yemen Îraq, Sûriye û Lubnanê de bo wî karî hatine rêkxistinkirin û eger hewce bike em jî dê hêzê bişînin”.

Li çend rojên derbasbûyî de  çendîn berpirsên rejîma Îranê ên wek “Elî Xamineyî û Wezîrê derve yêrejîmê û bepirsên ewlehî û leşkerî yên vê rejîmê gefa êrîşa “Ummeta Îslamî” bo ser Îsraîlê xwaribûn.

Tevahiya wan gefxwarinan û herwisa gotinên “Xalid Meş`el” ê berpirsê berê yê hemasê bi eşkere rola serekî ya Îranê li êrîşa bo ser xelkê Îsraîlê dide xuya ku belgeyek eşkere ji rol û cinayata rejîma Îranê ye.