Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Zêdebarî hemî cehdên lihevkirina aştiyên, Şerê Hemas û Îsraîl berdewam e

10:39 - 22 Çirriya pêşîn 2023

Devera “Cebel Dof” li bakûrê Îsraîlê ji aliyê Hizbullah a Lubnanê û bajarê “Esedort” ji aliyê Hemas û Cehada Îslamî ve kevtine ber êrîşa rakêtan.

Roja Şemî 29ê Rezbera 1402 a Rojî, devera “Cebel Dof” li bakûrê Îsraîlê de bû armanca rakêtên Hizbullaha Lubnanê û herwisa Hemas û Cehada Îslamî ji aliyê xezê ve bi rakêtan êrîş kirine ser bajarê “Esedort” a Îsraîlê.

Pêka gotina berdevkê pêşkevtî yê Ertêşa Îsraîlê, “Daniyel Hagarî” Hemas û Cehada Îslamî ya Felestînê bi 550 rakêtan êrîşkirine ser Îsraîlê ku ew rakêtane di cihê evê ku bikevne nava Îsraîl, li nav bajarê Xezê de kevtine xwarê û bûne sedema kuştina hejmareke zêde ji xelkê Xezê.

Herwisa navbirî ragihand ku pêka dawî amaran 210 kes ji aliyê Hemasê ve bi dîl hatine girtin ku wan wek barimte bi kar tîne.

Wezîrê Berevanî yê Îsraîl daye zanîn ku Hizbullaha Lubnanê biryar daye tevlî şerê Hemas digel Îsraîlê bibe û gotiye ku Hizbullah dê nirxeke gelek giran bide.

Herwisa 20 kamiyon alîkariyên mirovî bo xelkê xezê hatine şandin û Hemasê 2 jinên Amrîkayî azad kirine.

Pêka dawî amarên ku Wezareta Tendirûstiya Xezê belav kiriye, 4 hezar û 385 kes ku 37 kes ji wan kadrên dernanî bûne, hatine kuştin û zêdetir ji 13 hezar û 500 Felestînî jî hatine birîndarkirin.

Hatiye ragihandin ku Hemas nexweşxaneyên Xezê wek mertalê mirovî bi kar tîne.