Endamên têkoşer û dilsoz ên Hizba Demokrat bi lidarxistina çalakiyên banghêjî li deverên bajarê Urmiye, Şino û Mihabadê, emegnasî û wefadariya xwe bo Hizba Demokrat û tevgera Kurd li Rojhilatê Kurdistanê nîşan dan.
Şeva 8ê Rezbera 1402 a Rojî, endamên bivêr ên Hizba Demokrat li berteknîşandanekê de li hember gefxwarinên rejîma Îslamiya Îranê, bi lidarxistina çalakiyên banghêjî, bi germ û guriyek zîdetir ji berê, piştevaniya xwe li Hizba Demokrat û siyasetên Hizba Demokrat dubare kirin û bi dujminan re dane selimandin ku gel piştevanê Hizba Demokrat e.
Li bajarê Şinoyê de li wan cihan çalakî hatine lidarxistin: “Devera Deştebêl, gundê Kanî Sipî, rêya Şino bo gundê Hêye, seyrangeha Qelatok, rêya bajaroka Nelos û rêya Nelos bo gundê Hesen Nûran”.
Herwisa li bajarê Urmiyê de li wan cihan çalakî bi rê ve çon: “Bajaroka Dizeya Mirgewer û rêya Mirgewer bo Rajanê”.
Li bajarê Mihabadê de jî li wan cihan de çalakî hatine lidarxistin: “li devera Şamat û Şarwêran a bajarê Mihabadê li gundên Talaw, delkdaş û Befrewanê bi nivîsandina dirûşm û bilindkirina alaya Kurdistanê û logoya Hizba Demokrat, çalakiyên berfireh ên banghêjiyê bi rê ve çon û pêgeha bi hêz a Hizba Demokrat û hogiriya xelkê bi vê Hizbê nîşan dan û wan endaman li ser xebat û tekoşîna berdewam a gelê Kurd heta gihîştin bi armancan gel, tekezî kirin.