Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nasnameya 47 kes ji binçavkiriyên roja Înê li bajarê Zahidanê hatine belavkirin

10:47 - 22 Çirriya pêşîn 2023

Li xwenîşandana hêminane a xelkê bajarê Zahidanê li roja Înê 28ê Rezberê, zêdetir ji 210 kes hatibûne binçavkirin lê heta niha nasnameya 47 kes ku 12  ji wan zarok in hatiye zanîn.

Nûçegihaniya “HRANA”ê bi belavkirina raporekê, nasnameya 47 kes ji binçavkiriyên roja Înê 28ê Rezberê ji aliyê hêzên ewlehî û leşkerî yên rejîma Îranê, belav kirin ku 12 kes ji wan zarok in, li vê xwenîşandanê de zêdetir ji 210 kes ji xelkê medenî yên bajarê Zahidanê bi awayekî hovane û bi lêdan û kutanê ji aliyê hêzên serkutker ên întizamî, leşkerî û ewlehî yên rejîma Îranê ve bi kom hatine binçavkirin.

Hêzên rejîmê li bersiva xwenîşandana hêminane a xelê Belûç li bajarê Zahidanê, bi gaza rondikrêj û gulleyên şer êrîş kirine ser xelkê û çendîn kes ku hinek ji wan zarok in, hatine birîndarkirin.

Li vê derheqê de roja Înê 28ê Rezberê, hêzên hov ên rejîmê bi bê belgeya yasayî êrîşkirine ser malên mamosteyên “Darol,olûm” a bajarê Zahidanê û tevî vekolîna malên wan, bêrîzî bi wan kirine û ew kutane û yek ji wan mamosteyan binçav kirine.

Rejîma Îranê li senaryoyeke şûm de hewlê dide tohmeta endametî li “Daîşê” bi ser yek ji kesên binçavkirî de bisepîne.