Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûna aştiyê li Qahirê, bê encam dawî pêhat

11:27 - 22 Çirriya pêşîn 2023

Rûniştina peydakirina çereseriya aştiyane û dawî pêanîna şerê di navbera Hemas û Îsraîl de, ku roja Şemiyê ve destpêkiribû, bi bê evê ku encamek hebe, dawî pêhat.

Serok û rêberên welatên xwedî bandore cîhanê û welatên erebî nekarîn li ser ragihandina dawîpêhatina vê kombûnê jî li hev bikin. Welatên Erebî bombebarankirina Xezê ji aliyê Îsraîl ve şermezar kirin, welatên dinê ye cîhanê jî daxwazkarê bi leze exsîrên destê Hemasê bûn, û ragihandin divê xelkê sivîl bête parastin.

Rûniştina Qahirê li ser banghêjiya Ebdulfetah Sîsî, serkomarê Misrê hatibû lidarxistin, û Antonî Gotrês Sekertêrê Giştî yê Netewên Yekgirtî, Mehmûd Ebas serokê Teşkîlata xwebirêveberiya Felestînê, Ehmed Ebû el Xeyz sekerterê Yekîtiya Ereb li vê ciwînê de beşdar bûn.

Herwisa Serokê yekîtiya Ewrupa, Berpirsê siyaseta derve yê Yekîtiya Ewrupa, Wezîrên derwe û serokên  Alman, Firansê, Birîtan Japon, Turkiye, Îtaliya, Yûnan, Ordon, Imarata Erebî, Behrên, Kuweyt, Erebistana Seûdî, Qibrês û Afrîqaya Başûr, di vê kombûnê de beşdar bûn.