Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nîr Barkat: “hekî Hizbullah tevlî şer bibe, em dê êrîşê bikine ser Îranê”

11:43 - 22 Çirriya pêşîn 2023

Wezîrê Aborî yê Îsraîlê li axafinekê de bi fermî ragihand: “Hekî Hizbullah a Lubnanê tevlî şerê Hemas û Îsraîlê bibe, Îsraîl dê êrîşê bike ser Îranê.

Roja Şemî 29ê Rezbera 1402 a Rojî, Wezîrê Aborî yê Îsraîlê “Nîr Barkat” li daxuyaniyeke televîzyonî de bi fermî ragihand ku hekî Hizbullah a Lubnanê ji eniya şer a bakûr de êrîşê bike ser Îsraîl, em dê êrîşê bikne ser rejîma Îranê ku serê Mar e, û emê bi vê êrîşê “Ayetullahan” ji ser rûkê erdê rakin”.

Çendîn sal e ku rejîma Îranê her salê çendîn milyard Dolar ji dahata xelkê Îranê bi armanca çêkirina fitneyan û geşedan bi terorîzmê li cîhanê û bi taybet li Rojhilata Navîn de xerc dike û girûpên wek Husî, Hizbullah, Hemas û çendîn girûpên din ên tundajo yên îdelojîk ên binav olî, bi dirafê xelkê Îranê bûne xwediyê hêz û vê hêzê bo kuştina xelkê medenî û birêvebirina siyaset û fermanên rejîma Îranê bi kar tînin.

Heta niha çendîn rêberên cîhanê ên wek kesê yekem ên welatên wek “Amerîka, Alman, Birîtaniya, Feransê û Yekîtiya Ewropa”yê li derheq berfirehtirbûna şer hoşdarî dane rejîma Îranê û milêsên ser bi vê rejîmê û bi tekezî ragihandine ku nabe şer berfirehtir bibe ku dê nirxeke gelek giran bidin.