Çalakiyeke hevbeşe çiyageriya Encûmena Jînge û çiyageriya Çilçeme ya Sine û girûpa çiyageriya Encûmena Kesk a Çiyaya Merîwanê birêve çû.
Roja Înê rêkefta 28ê Rezberê, bi boneya roja cîhaniya Çiyageran, girûpa çiyageriya Encûmena Jîngeparêzên Çilçeme ya Sine û Encûmena Keska Çiyaya Merîwanê, çalakiyek hevbeş birêve birin û bi ser çiyayê Qeleberd li bajarê Merîwanê bi bilindiya 2953 mêtran serkevtin.
Hêjayê gotinê ye ku, di vê çalakiyê de wekî rêzekî bo hewil û tekoşîna Encûmena Kesk a Çiya li hember parastina jînge, bi taybet temirandina agirên daristanan, spasnameyek ji aliyê Encûmena Jînge û çiyageriya Çilçeme ya Sine, bi Encûmena Kesk a Çiyaya Merîwanê hate pêşkeşkirin.