Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwendekarekî Kurd û xelkê bajarê Sine ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hate girtin

11:50 - 22 Çirriya pêşîn 2023

Mihemed Ebdulahîpûr, xwendekarê xelkê bajarê Sine bo carek din ji aliyê hêzên serkutker yên rejîmê ve hate girtin.

Li gorî nûçeya Encûmena Girtiyên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistan Xweragirî, roja Şemî 29ê Rezbera 1402 a Rojî, Mihemed Ebdûlahîpûr, xwendekarê xelkê bajarê Sine ku li şoreşa Jînayê ve ji aliyê hêzên serkutker yên rejîmê ve bo heyamekê hatibû girtin, carek din ji aliyê hêzên rejîmê ve li bajarê Sine bi bê hebûna ti belgeyek yasayî hatiye girtin.

Ev xwendekar piştî girtinê bo cihekî nexuya hatiye veguhastin û heya niha ti zaniyariyek liser sedema girtin û cihê man û çarnivîsa navbirî li ber dest nîne.

Hêjayê gortinê ye ku, Mihemed Ebdûlahîpûr roja Yekşemî 27ê meha Xermanana sala derbasbûyî li dirêjeya şoreşa Jînayê, li bajarê Sine ji aliyê hêzên serkutker yên Îdareya Îtilaata rejîmê ve di wî bajarî de hate girtin û piştî 2 meh li girtinê, bi awayekî demkî hatibû azadkirin.