Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyekî Kurd û yek ji girtiyên şoreşa Jin Jiyan Azadî bi mebesta cîbicîkirina cezayê biser de hatî sepandin bo girtîgeha Şoniyê hate veguhastin

11:52 - 22 Çirriya pêşîn 2023

Roja Şemî 29ê Rezbera 1402 a Rojî, Yasîn Semsam yek ji girtiyên şoreşa Jin Jiyan Azadî, bi mebesta cîbicîkirina cezayê 4sal û 9 meh girtîgeh û lêdana 80 derbên qamçiyan ku ev ceza biser de hatiye sepandin bo Taya cîbicîkirina hukmên Dadseriya Giştî û Înqilaba Şinoyê hate veguhastin û pişte bo girtîgeha wî bajarî hatiye veguhastin.

Li gorî nûçeya Kurdpayê, Ev welatiyê Kurd Cozerdana Îsal ji aliyê dadgeha Înqilaba Şinoyê bi tohmeta , Kombûn bi mebesta encamdana tawan dijî ewlehiya navxwe ya welat li rêya beşdarîkirin li nerizatiyan de, bi 3 sal û 9 meh girtîgeh û bi tohmeta, Beşdarîkirin li têkdana bizanebûn li kelûpelên take kesiyên xelkê li rêya havêştina beran û beşdarî li veguhastina Koktêl Molotof, yek sal girtîgeh û lêdana 80 derbên qamçiyan ev ceza biser de hatiye sepandin.

Yasîn Semsam roja Pêncşemî 22ê Befranbara 1402 a Rojî, bi bê hebûna belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hate girtin û piştî dawîhatina qonaxên lêpêçînê, li girtîgeheke ewlehî bo girtîgeha Şinoyê hate veguhastin.

Ew ciwanê Kurd piştî 8 meh li girtinê, bi dana barimteyê bi awayekî demkî li girtîgeha Şinoyê hate azadkirin.

Yasîn Semsam, kurê Yusife û ji dayîkbûyê sala 1378 li bajarê Şinoyê ye.