Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jonathan Conricas: “Hizbullah a Lubnanê desdirêjî û êrîşên leşkerî li devera sînorî de zêde kirine”

15:16 - 22 Çirriya pêşîn 2023

Berdevkê Ertêşa Îsraîl bi belavkirina peyamekê “Hizbullah bi zêdekirina desdirêjî û êrîşên leşkerî” bi tawanbar zanî û got ew kiryar, Lubnaê bo nav şerekê radikêşe ku xisarên giran li pey xwe bo Lubnanê bîne.

Berdevkê Ertêşa Îsraîl “Jonathan Conricas” bi belavkirina peyamekê li tora civakiya “X” de Hizbullah a Lubnanê bi tawanbar zanî ku desdirêjî û êrîşên leşkerî li devera Sînorî de zêde kirine û huşdarî da ku kiryarên wiha Lubnanê bo nav şerekî radikêşe ku bilî ti qazancek bo Lubnanê, renge xisarên gelek giran bi wî welatî bide”.

Herwisa “Jonathan Conricas” bi wênekirina xerîta sînorên wan du welatan û cihên ku kevtine ber êrîşa Hizbullahê, ragihand ku li wan êrîşan de kesên leşkerî û medenî hatine kuştin.

Herwisa Cihgirê Sekreterê Hizbullah a Lubnanê “Neîm Qasim” gotiye: “hekî pêvajoya bûyeran, hewcehî bi destêverdana zêdetir a me bike, em dê wî karî bikin”.

Pêka amarên belavbûyî li wî şerê mûşekî ya di navbera Îsraîl û hêzên Hizbullahê li roja derbasbûyî, 5 kes ji Îsraîl û 6 kes ji Hizbullahê û yek kes ji Cehada Îslamî hatine kuştin.