Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxûyaniya 6 welatan li derheq şerê Hemas û Îsraîl, tekezî li ser mafê berevaniya rewaye Îsraîl

09:16 - 23 Çirriya pêşîn 2023

Rêberên 6 welatên xwedî bandore cîhanê ji wan Amerîka, Kanada, Firanse, Alman, Îtaliya û Birîtaniya, li derheq şerê di navbera Hemas û Îsraîl de daxûyaniyekî hevpar belav kirin.
Rêberên wan welatan tekezî li ser piştewaniya xwe ji Îsraîl, di daxûyaniya xwe de ragihandin ku Îsraîl mafê berewaniya rewa ji bona parastina xwe li hember terorîsmê de heye, bi berçavgirtina yasayên navnetewî ên mirovdostane, ji wan parastina kesên sivîl.
Rêberên wan 6 welatan daxwaza berdana êxsîr û barmiteyan ji aliyê girûpa Hemasê ve bûn.
Wan welatan ragihandin ku ev dê cehda dîplomatîk bikin ji bona berfirehnebûna şer û peydakirina rêçareya aştiyane.
Hevdem şerê di navbera Hemas û Îsraîl de berdewame û hindî pêdiçe, amara qurbaniyan û xisar zêdetir dibin.
Di demekê de ku Îsraîl gefa êrîşa vejayî bo ser xezê dike bi 3 armancên ji navbirina Hemasê, çêkirina nezmê li Xezê de û danîna deshilatekî ewle, û li egera tevlîbûna girûpên dinê ye girêdayî bi rejîma Îranê li şer de, Wezîrê berevaniya Amerîka hoşdarî da her alî û girûp û welatekê ku tedexulê li şer de nekin