Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyeka siyasî ya xelka Eywanê di girtîgrha rejîmê de hate azadkirin

10:52 - 23 Çirriya pêşîn 2023

Xedîce Mehdîpûr girtiya siyasî xelka Eywanê, piştî derbaskirina 64 roj girtinê, di girtîgeha rejîmê li bajarê Îlamê hate azadkirin.

Li gorî nûçeya Encûmena Girtiyên syasî ya Rojhilatê Kurdistanê Xweragirî, roja Yekşemî 30ê Rezbera 1402 a Rojî, Xedîce Mehdîpûr, girtiya syasî û xelka bajaroka Eywan yê ser bi parêzgeha Îlamê, piştî derbaskirina 64 roj girtîgeh li cezayê sê meh girtîgeh ku biser de hatibû sepandin, bi bê agahdarkirina berê di girtîgeha Navendiya rejîmê li bajarê Îlamê hate azadkirin.

Navbirî despêka meha Cozerdana Îsal, ji aliyê Taya 103 a Dezgeha Qezayiya Giştî û Înqilaba rejîmê li Îlamê bi tohmeta belavkirina pirûpagende dijî nizamê, bi sê meh girtîgehê hatibû ceza dan û roja Şemî 28ê meha Gelawêjê bo cîbicîkirina cezayê xwe bo girtîgeha Navendî a rejîmê li bajarê Îlamê hatibû veguhastin, herwisa roja Yekşemî 23ê Rêbendana sala derbasbûyî, li dema derbaskirina cezayê 20 meh girtina xwe li girtîgeha Navendî a Îlamê, bi bê agehdarkirina berê bi zor di girtîgehê de hatibû azadkirin.

Hêjayê gotinê ye ku, Xedîce Mehdîpûr berê jî roja Yekşemî 18ê Rezbera 1400 a Rojî, di mala xwe de ji aliyê hêzên serkutker yên rejîmê ve li bajarê Îlamê hatibû girtin û piştre bo girtîgeha wî bajarî hatibû veguhastin û navbirî çendîn caran hatibû girtin û bi dana barimteyê hatibû azadkirin.