Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna duyemîn kombûna dadgehîkirina parêzerê malbata Jîna Emînî

11:33 - 3 Çirriya pêşîn 2023

Duyemîn roja dadgehîkirina Salih Nîkbext, parêzerê malbata Jîna Emînî li bajarê Tehranê bi rê ve çû.

Li gorî nûçeya Encumena Girtiyên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê “Xweragirî”, roja Duşemî 10ê Rezbera 1402 a Rojî, li taya 28 a dadgeha Înqilab a Komara Îslamî, bi serokatiya dadwer Emûzade li bajarê Tehranê, dadgehîkirina Salih Nîkbext, mafnas û parêzerê malbata Jîna Emînî, bi tohmeta handana xelkê li dijî Komara Îslamiya Îranê li rêya gutobêj li ragehandinên derve û navxweyî ya Îranê, bi rê ve çû

Dadgehê piştî nêzî demjimêrekê dawî bi rûniştina xwe anî û ragehand ku, ev dawî kombûna dadgehîkirina Salih Nîkbext e û dibe li benda pesendkirina dengê dadgehê  û biryara dawî bin.

Hêjayê gotinê ye ku roja Sêşemî 7ê Xermanana Îsal, yekemîn kombûna dadgehîkirina navbirî bi rê ve çû.