Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rojnameya Şerq ragihandiye ku Armîta Girawend canê xwe ji dest daye

11:08 - 23 Çirriya pêşîn 2023

pêka nûçeyên belavbûyî, Armîta girawend tûşî sekinîna mejî hatiye û canê xwe ji dest daye û bo beşa morg a nexweşxaneya Fecr hatiye veguhastin.
Rojnameya “Şerq” a ser bi rejîma Îranê raporek li derheq rewşa “Armîta Girawend” a temen 16 salî ya xelkê bajarê Kirmaşanê, belav kiriye pêka vê raporê: “Armîta rastî sekinîna mejî hatiye û êdî bi tevahî ji kar kevtiye û alavên alîkar ên zindîragirtinê ji Armîtayê dûr xistine û demjimêr 7ê Êwara roja Yekşemî 30ê Rezberê, termê vê bo beşa morg anku sardxana nexweşxaneya “Fecr” hatiye veguhastin ku piştre radestî malabata vê bikin”.
Heta niha ti zanyariyeke serast ji aliyê ragihandinên fermî yên rejîma Îranê û herwisa malabata “Armîta”yê ve nehatiye belavkirin.
Bi sedema sansora dijwar a nûçe û raporên li derheq “Armîta”yê ji aliyê rejîma Îranê ve, ti zanyariyeke serast li ber dest nîne û çend rojan berî niha jî rojnameya “Borna” a ser bi rejîmê bas ji sekinîna mejiyê Armîtayê û bêhivîbûna pizîşkan ji zindîmana vê belav kiribûn.