Serok Erkanê Wezareta Pêşmerge li Herêma Kurdistanê, ragehandinek li hember rûbirûbûna hêzên xwe digel hêzên sipaha Îraqê li Mexmûrê belav kir û ragehand; di encama vê rûbirûbûnê şehîd û birîndar di herduk aliyan de hene.
Di rageyandina Serok Erkaniya Wezareta Pêşmerge de hatiye, mixabin duh roja Yekşemî 30ê Rezberê, rûdawek nexweş li devera Mexmûrê de hate pêş ku di encam de şehîd û birîndar li herduk aliyan hene.
Serokatiya Erkanê Wezareta Pêşmerge tekezî li ser vê kir ku, pêbendbûn ji bo karkirin digel hikumeta Fedrala Îraqê dubare dikin li hember çareserek bingehîn û berdewam ku ewlehiya seranseriya Îraqê pêk bê.
Hevdem di ragehandina Seroktiya Erkan de hatiye, piştevanî bo naveroka ragehandina fermandeyê giştiye hêzên çekdaran bo encamdana lêkolîna bi lez û rohin a rûdawê bo diyarîkirina sedeman û peydakirina rêçarekê bo cêhgirkirina asayîş û ewlehiyê di deverê de daye xûya.
Demjimêr 4ê Êvareya roja Yekşemî, şer di navbera sipaha Îraqê û pêşmerge de rûda, ku bû sedema şehîdbûna du pêşmerge û 11 birîndaran, tê behs kirin ku 12 serbazên Îraqê jî hatine kuştin û birîndarkirin.
Li gorî zanyariyan, rewş aram bûye û aliyên Herêma Kurdistan û Îraqê li asta bala, bo aramkirina rewşê li ser xetin.