Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdewamiya girtin û nerohniya çarenivîsa welatiyekî Kurd

11:12 - 23 Çirriya pêşîn 2023

Du meh biser girtina Emîr Seyîdî, ciwanê xelkê bajarêMihabadê derbas dibe û heya niha çarenivîsa wî nerohne, û di yek ji girtîgehên ewlehî yên Urmiyê de hatiye ragirtin.

Li gorî rapora Kurdpayê, ew ciwanê Kurd di girtîgeha Îtilaata spaha rejîmê li Urmiyê deye û heya niha li mafê destpêregiheştin bi parêzer û hevdîtin digel malbata xwe hatiye bê parkirin.

Malbata Seyîdî bi mebesta agehdarbûn li rewş û çarenivîsa kurê xwe, çendîn caran serdana Navendên ewlehî kirine, lê bersivek rohin nedane wan.

Şeva Dûşemê 30ê Gelawêjê, hêzên ewlehî bi bê hebûna belgeyên yasayî ew welatiyê temen 25 salî girtine, navbirî kafexanek li baxçê Mikaîlî li bajarê Mihabadê heye û di dinya mecazî de çalakî hebûne.

Hêzên ewlehî piştî girtina wî welatiyê, hinek kelûpelên take kesî yên navbirî digel xwe birine.

Roja Duşmî 6ê Xermananê, Emîr Seyîdî di peywendiyeke kurt a telefonî de ragehandibû ku bo bajarê Urmiyê hatiye veguhastin.

Heya niha tohmetên ku biser Emîr Seyîdî de hatinî sepandin ti zaniyariyek ber dest nîne.