Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêntagon: “Nabe ti alî an welatek destêverdan li şerê Hemas û Îsraîlê bike”

12:13 - 23 Çirriya pêşîn 2023

Wezîrê Berevanî yê Amerîka  li derheq destêverdana aliyên biyanî li şerê milîsên Hemasê digel Îsraîlê huşdar da û got ku nabe ti aliyek destêverdanê bike û aloziyên vê rewşê  bo qazanca xwe bi kar bîne.

Wezîrê Beravanî yê Amerîkayê “Loyd Austîn” li hevpeyvîn digel kanala televîzyoniya “ABC News” de rû bi hemû girûp û welatên ku hewlê bidin şerên Hemas digel Îsraîlê dijwartir bikin û vê rewşa aloz bo berjewendiyên xwe bikar bînin, gotiye ku nabe wî karî bikin.

herwisa serokê Pêntagonê got: “Em mafê parastinê bo xwe bi rewa dizanin û bo encamdana her karekî hewce amade ne”.

Herwisa navbirî li derheq zêdekirina amadehiya Amerîka li Rojhilata Navîn de got: “Ew karê Amerîkayê bo berteknîşandana Amerîka li hember gefxwarinên Îranê ji hevpeymanên Amerîkayê ye û amadebûna Amerîka li deverê alaveke rêgir bi armanca zêdekirina parastina hêzên Amerîka li deverê û alîkarîdan bi berevaniya Îsraîlê ye”.