Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xweragirî: di heyama meha derbasbûyî de 62 kes li çalakvanên siyasî û medenî yên Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin

12:14 - 23 Çirriya pêşîn 2023

Encûmena Girtiyên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê Xweragirî, bi belavkirina raporeke amarî ragehand: di heyama meha Rezbera Îsal de 62 kes li çalakvanên siyasî û Medenî yên rojhilatê Kurdistanê hatine girtin.

Li gorî amara tomarkiriya Encûmena Girtiyên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê Xweragirî, li yek meha derbasîbûyî, wate meha Rezbera 1402 a Rojî, 62 kes li çalakvanên siyasî û medenî li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên ewlehiye komara Îslamî bi tohmetên, dijayetî digel Komara Îslamî û hevkarî digel hizbên kurdî, hatine girtin û bo Navendên ewlehiye Îtilaata rejîmê hatine veguhastin ku beşek ji wan piştî lêpêçînê bi barimteyên giran hatine azadkirin û beşek ji wan heya niha çarenivîsa wan rohin nîne.

Herwisa li meha Rezbera 1402 a Rojî, 16 kes li çalakvanên siyasî û medenî li bajarên cuda li Rojhilatê Kurdistanê ku berê ji aliyê Navendên ewlehî ve hatine girtin û lêpêçîn ji wan hatiye kirin, ji aliyê Dadgeha Înqilaba rejîmê ve keysên wan yekalî bûne û cezayê Îdam û pêbijardin û qamçiyan biser wan de hatiye sepandin.

Bi awayekî giştî ev cezayane liser yek bi 34 sal û 1 meh û 4 roj girtîgeha ragirtî û lêdana 160 derbên qamçiyan û zêdetir li 147 Milyon Tumen pêbijardin biser wan de hatiye sepandin.

Hêjayê gotinê ye ku, Reza Resayî yek ji girtiyên şoreşa Jin Jiyan Azadî, bi tohmeta kuştina yek ji endamên hêzên serkutker yên rejîmê, cezayê bidarvekirinê biser de hatiye sepandin.