Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

320 cihên peywendîdar bi Hemas û Cîhada Îslamî li yek roja derbasbûyî bûne armanca êrîşên Îsraîlê

12:16 - 23 Çirriya pêşîn 2023

Erteşa Îsraîlê ragehand ku li 24 demjimêrên derbasbûyî nêzî 320 cihên peywendîdar bi Hemas û Cîhada Îslamî li kerta Xezê hatine bombebaran kirin.

Di halekê de ku Erteşa Îsraîlê amadekariyê bo êrîşa zemînî bo ser kerta Xezê dike, berpirsên Îsraîlê tekezî kirine ku li ser wan cihan tekez bûne ku egera metirsî bo ser hêzên Îsraîlê heye.

Her di vê peywendiyê de, Erteşa Îsraîlê ragehand ku şeva derbasbûyî binkeyên Nizamî, binkeyên Dîdebanî, binkeyên Mûşekawêja dije tanik û ev tonêlên ku çekdarên Hemas û Cîhada Îslamî xwe têde diveşêrin, bi çirî bombebaran kirine.

Herwisa Erteşa Îsraîlê ragehand ku, êrîş kirine ser hejmarek şaneyên çekdarên Hemasê li Xezê û êrîşên mûşekiye wan xunsar kirine.

Wezareta Tendirûstiya Felestînê ragehand: li despêka êrîşên Îsraîl bo ser kerta Xezê heya niha zêdetir ji 4 hezar û 650 kes hatine kuştin.