Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gefxwarinên rejîma Îranê ji Îsraîl berdewame û bersiva berpirsên Îsraîlê dijwartir bûne

12:18 - 23 Çirriya pêşîn 2023

Cihgirê Fermandeyê spaha pasdaran a terorîst gef xwariye ku eger hewce bike em dê bi mûşekan êrîşê  ser Îsraîlê bikin û Wezîrê Aborî yê Îsraîlê jî gotiye eger hizbullah êrîşê bike, em dê êrîşê bikne ser Îranê.

Cihgirê Fermanadeyê spaha pasdaran a terorîst  ê bi navêp pasdar “Elî Fedewî” gef li Îsraêlê xwariye ku hekî hewce bike em dê bajarê Hêyfayê bikin armanca mûşekan, ew gotine li halekê de ye ku pêştir Elî Xamineyî jî gefa êrîşa Ommet Îslamê bo ser Îsraîlê xwaribû û wezîrê Derve yê rejîmê jî gefa berfirehtirkirin a wî şerî kiribû.

Roja derbasbûyî Wezîrê Aborî yê Îsraîlê “Nîr Barkat” li daxuyaniyeke televîzyonî de bi fermî ragihand ku hekî Hizbullah a Lubnanê ji eniya şer a bakûr de êrîşê bike ser Îsraîl, em dê êrîşê bikne ser Îranê ku serê Mar e û em dê bi vê êrîşê, “Ayetullahan” ji ser rûkê erdê rakin”

Şêwaza gefxwarinê rejîma Îranê jî Îsraîl û gotinên berpirsên cuda yên vê rejîmê dide xuya, tevî ku tirs û sameke mezin ji egera êrîşa Îsraîlê bo ser Îranê hene, li berteknîşandan û biryareke serast li hember Îsraîlê de gêj bûne û hêj nekarîne bi serastî biryara tevlîbûna eşkere û rasterast an nebûn li şerê Hemasê digel Îsraîlê bidin.