Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hemas li pey sekinandina şer digel Îsraîlê ye

23:38 - 23 Çirriya pêşîn 2023

Hemasê bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku bi pêwendîgirtin digel Îranê li pey rêyekê bo sekinandina şer li Xezê de ne.
Pêka rapora nûçegihaniya El-Erebiye, roja Yekşemî 30ê Rezbera 1402 a Rojî, Hemasê bi belavkirin daxiyaniyekê daye zanîn ku serokê vê rêkxirawê, Îsmaîl Heniye li hevpeyvîneke telefonî digel Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîrebdullahiyan li derheq rewşa bombaranên Îsraîlê û rêyên sekinandina şer li Xezê gengeşe kirine”.
Daxuyaniya Hemasê li halekê de ye ku Îsraîl xwe bo êrîşa vejayî bo ser xezê û jinavbirina Hemasê amade dike.
Piştî tirsîna rejîma Îranê li rawestana resterast li hember Îsraîlê û paşekêşî ji beşek dirûşm û gotinên xwe bo jinavbirina Îsraîl, xuya ye ku hemas ji tirsê jinavçona tevaw û sozên çewt ên rejîma Îranê êdî dizane ku bûye qurbanî û Hizbullah a Lubnanê jî seh bi vê yekê dike.
Rejîma Îranê ku niha daxwaza sekinandina şer dike, berê bi hemû şiyana xwe Hizbullaha Lubnanê, Hemas û girûpên din ên girêdayî rejîmê bo şer digel Îsraîlê han didan û ew xapandin ku li dema şer digel Îsraîlê ew dê piştevaniya wan bikin û bi tenê namînin, lê niha rejîma Îranê ji tirsê jinavçona xwe, dest ji hemû sozên xwe yên çewt û rengawreng berdaye û bi tenê dirûşmên bê binyat dide û tirs û şikesta xwe perdepoş dike.