Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Deshilatdarên Amerîka daxwazkarê givaşa zêdetirin bo ser rejîma Îranê

12:40 - 24 Çirriya pêşîn 2023

Piştî êrîşa Hemasê bo ser Îsraîl bi piştevaniya rejîma Îranê, parekî zêde ji Senatur û nûnerên Amerîka ji herduk hizbên deshilatdar ên Komarîxwaz û Demokrat, givaş xistina ser dewleta Ceo Baydên ku ev bi sedema azadkirina Diravê biloke kiriye Îranê, bûye sedem ku Îran û Hemas êrîşê bikne ser Îsraîl.

Tedkruz nûnerê Komarîxwazan got: Ceo Baydên û dewleta xwe nêzî 100 Milyard Dolarî bi ser Îranê de berdan, divê her kes ji vê meselê têbigehe ku Hemas girûpekî girêdayî bi rejîma Îranê ye û ger Îran û dirav û çekên Îranê nebin, Hemasek jî çinabe.

Senatur Can Kenedî jî her li vê derheqê de gotiye:  Ji bilî 6 Milyard Dolarê ku îdara Baydên daye Îranê, Serkomar hebxwe jî 4 Milyard û nîv Dolarê dinê ji rêka sindûqa navnetewiye Dirav ve daye Îranê. Min yasaya qutkirina Dolar ji bo dîktatoran da nasandin ku ez xatircem bim ku Serkomar Baydên êdî nekare karekî wiha bike.