Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Siyasetmedarê Birîtaniyayî daxwazkarê girêdana bankên rejîma Îranê li Lendenê de bû

12:46 - 24 Çirriya pêşîn 2023

Liyam Faks wezîrê berê yê Birîtaniya daxwaz kir ku bi sedema piştewaniya rejîma Îranê ji girûpa Hemasê, bila Bankên rejîma Îranê li Lendenê de bêne dayxistin.
Wî siyasetmedarê Birîtaniyayî gotiye: Rejîma Îranê li varê dabînkerê Malî, cebirxaneyî û perwerdehiya leşkerî destekê dide girûpa Hemasê
Navbirî tevî amajekirina bi kuştina sedan Îsraîliyan ji aliyê Hemasê ve, got: Egera hindê heye ku sipaha Pastaran a terorîst li bernamerêjiya bo vê êrîşaê de rol hebûye.
Siyasetmedarê Birîtaniyayî, Liyan Faks herwisa nerizayetiya xwe li derheq nexistina sipaha Pastaran bo nava lîstê terorîstiye Birîtaniya nerizayetiya xwe anî zim û daxwaz kir hindî zû Birîtaniya navê sipahê bêxe nava lîstê girûpên terorîstî de.
Wezîrê berê yê berevaniya Birîtaniya berdewamiya karê bankên Îranê û veguhestina Dirav ji riya wan bankan ve bo girûpên weke Hemê şermezar kir û ji deshilata Birîtaniya xwast hindî zû wan bankên rejîma Îranê dabixin.