Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cezayê 7 sal û 6 meh girtîgeh bi ser girtiyeka Kurd ya xelka bajarê Quçanê hate sepandin.

11:35 - 3 Çirriya pêşîn 2023

Sekîne Perwane, girtiya siyasiya berê ya Kurd bo carek din ji aliyê Navendên ewlehî yên rejîmê ve cezayê 7 sal û 6 meh girtîgehê bi ser de hate sepandin.

Li gorî rapora Rêkxirawa Mafê Mirovî ya Hengawê, li despêka meha Xermananê, Sekîne Perwane girtiya siyasî ya Kurd û xelka bajarê Quçanê, yê ser bi parêzgeha Xurasanê ji aliyê taya 1 a dadgeha şoreşa Meşhedê ve cezayê 7 sal û 6 meh girtîgehê bi ser de hate sepandin.

Heya niha Sekîne Perwane 5 meh û 26 roj e ku bi ser girtîgeha ne yasayî ya wê derbas dibe, li benda jinan a girtîgeha Navendiya Meşhedê ve bi mebesta beşdarîkirin li rûniştina dadgehîkirina xwe bo dadgehê hatiye veguhastin.

Ev girtiya Kurd li 18ê Rêbendana 2718 an, ji aliyê polîsên Tirkiyê ve li ser sînorê Mako yê radestê Komara Îslamî hatibû kirin û piştre radestê Wezareta Îtilaatê hate kirin û ji aliyê Wezareta Îtilaatê ve bo benda 209 a Êvînê li bajarê Tehranê hatibû veguhastin.

Di heyama girtinê de navbirî bo girtîgeha ser bi Wezareta Îtilaatê li Mako, Tehran, girtîgeha Êvîn, girtîgeha Qerçek û Weramîn û Quçanê hatiye veguhastin, bi sedema rewşa dijwar a wê girtiya siyasî di girtîgehê de, çendîn caran keftiye gireva birçîbûnê.