Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberekî Kurd bi teqeya rastewxwe a hêzên çekdare rejîmê li ser sînorê bane birîndar bû

12:47 - 24 Çirriya pêşîn 2023

Kolberekî ciwan xelkê bajarê Bane yê bi navê Zanko Gewherî, bi teqeya rastewxwe a hêzên çekdare rejîmê li ser sînorê Hengejal a wî bajarî, bi dijwarî birîndar bûye û piştî veguhastin bo nexweşxaneyê, rewşa tendirûstiya wî ne baş hatiye ragehandin.

Li gorî nûçeya Hengawê, roja Duşemî 1ê Xezelwerê Zanko Gewherî temen 25 salî û xelkê bajarê Bane ku bavê du zarokane, bi teqeya rastewxwe a hêzên çekdare rejîmê li ser sînorê Hengejal a wî bajarî birîndar bûye.

Hengawê ragehand, ev kolberê Kurd ku ranê wî bi dijwarî birîndar bûye bi mebesta wergirtina tedaviyên pizîşkî bo nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî li bajarê Bane hatiye veguhastin.

Hêjayê gotinê ye ku, roja 23ê Rezberê jî, aliyê kêm 15 kolber ji aliyê hêzên çekdare rejîmê li ser sînorê Bane bi qondaxên çekan ji wan kolberan xistine, bi vê sedemê jî kolberek bi navê Bêhnam serê wî şikaye û bi dijwarî birîndar bûye.