Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Givaşên rejîma Îranê bo ser malbatên Îna bixiwîn a Zahidanê

12:55 - 24 Çirriya pêşîn 2023

Mewlewî Ebdulhemîd ragehand: malbatên şehîdên Îna bixiwîn a Zahidanê bo wergirtina rezamendî li jêr givaşên rejîmê de ne.

Mewlewî Ebdulhemîd, pêşnimêjê Îna Mizgefta Mekî a Zahidanê di Tiwîtekê de rexne li givaşên rejîmê bo ser malbatên şehîdên Îna bixiwîn a Zahidanê bo wergirtina rezamendî daye xûya.

Mewlewî Ebdulhemîd di tiwîtekê de nivîsiye: kesûkarên beşek ji şehîdên Îna bixwîn a Zahidanê gileyîa vê yekê dikin ku li jêr givaş û hereşeyên kesên ser bi demûdezgehên rejîmê dene bo wergirtina rezamendî, rezamendiya şakî rewaye ger bi xwebexşane û bê givaşan be, lê gef li sitemlêkiryan bo rezamendî dijî ol û exlaqê ye.