Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Salvegera şehîdbûna“Ramîn fatihî” li bajarê Sinê bi rê ve ço

13:00 - 24 Çirriya pêşîn 2023

Tevî ku hêzên serkutker û ewlehî yên rejîma Îranê hewldan li goristana “Biheşta Mihemedî” li bajarê Sinê de rêgiriyê ji birêveçona rêûresma yekemîn salvegera şehîdbûna “Ramîn Fatihî” bikin, rêûresme bi rê ve ço.

Roja Dûşemî 1ê Xezelwera 1402 a Rojî, malbat û beşek ji xelkê azadîxwaz rêûresma yekemîn salvegera şehîdbûna şehîdê şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê “Ramîn Fatihî” li goristana “Biheşta Mihemedî” ya bajarê Sinê de bi rê ve birin û derfet bi rejîma Îranê nedan ku bikare destêverdan li vê rêûresmê de bike.

Pêka vê raporê rejîmê hewl dabû ku rêgirî ji çona xelkê bo nav goristanê û ser tirba şehîd “Ramîn Fatihî” bikin û herwisa hêzên ewlehî û serkutker ên rejîmê hewl dabûn ku rêgirî ji birêveçona vê rêûresmê li ser tirba wî şehîdî bikin, lê malbat û kesên azadîxwaz li hember hêzn rejîmê sekinîn û rê nedan ku ew hêzane destêverdanê li vê rêûresmê de bikin.

Şehîd “Ramîn Fatihî” li 21ê Rezbera 1401 a Rojî ji aliyê hêzên hov ên rejîma Îranê ve hate binçavkirin û piştî heftiyek îşkencekirinê li îdareya Îtilaat a rejîmê li bajarê Sinê, li jêr îşkenceyan de şehîd bû.