Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê dixwaze li jêr bandora şerê Hemas û Îsraîlê hizra xelkê bo bihîstina nûçeya kuştina Armîtayê amade bike

13:18 - 24 Çirriya pêşîn 2023

Rejîma Îranê ku ji roja yekem a derbpêketin bi Serê “Armîta Girawend” hemû nûçe û raporên li derheq rewşa Tendirustiya vê sansor û perdepoş kirine derfet nedaye ku ti zanyariyeke serast li vê derheqê de belav bibe.
Rejîma Îranê hewlê dide li rewşekê de ku bala cîhanê bo ser şerê Hemas û Îsraîlê hatiye rakêşandin, bi awayekî hizra xelkê bo bihîstina nûçeya şehîdkirina Armîtayê amade bike û nûçegihaniyên ser bi rejîmê li nûçeyên kurt û aloz de bas ji rewşa tendirustiya Armîtatyê bikin lê rejîmê bi xwe bi fermî ti zanyariyek li ser Armîtayê belav nakin.
Çend roj berî niha Rojnameya Şerq a ser bi rejîmê û herwisa nûçegihaniya “Tesnîm” a ser bi spaha pasdaran a terorîst, nûçeyên kurt li ser mirina mejiyê Armîta Girawend belav kirine.
Malbata Armîta Girawend bi sedema givaşên rejîmê nikarin ti zanyariyek li ser rewşa Armîtayê belav bikin.
Rejîma Îranê ji tirsê serhildana xelkê ti raporeke serast li ser rewşa Armîtayê belav nake û heta derfetê bi malbata vê nadin ku bizanin piştî bêhêvîbûna pizîşkan ji zindîmana Armîtayê, ew şehîd bûye an ne û li çi cihekê de tê ragirtin.
Rejîma Îranê ditirse ku şehîdbûna “Armîta”yê wek şehîdbûna “Jîna Emînî”, agirê serhildaneke nû geş bike.