Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çendîn kombûnên nerizayetî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi rê ve çon

13:21 - 24 Çirriya pêşîn 2023

Malnişînkiriyên Îdareya Muxabirata Îranê li çendîn parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de kombûnên nerizayetiyê lidar xistin û bi nivîsîna daxwaziyên xwe li ser pilakardan nerizayetiya xwe dane xuya.
Roja Dûşemî 1ê Xezelwera 1402 a Rojî, malnişînkiriyên îdareya Muxabirata Îranê li bajarê Îlamê li Rojhilatê Kurdistanê kombûna nerizayetiyê li ber deriyê îdareya Muxabiratê li bajarê Îlamê lidar xistin û daxwaza pêregihîştin bi daxwaziyên xwe kirine.
Herwisa li parêzgehên Tehran, Xûzistan, Gîlan, Erdebêl, Fars û Îsfehanê de jî malnişînkiriyên Muxabirata Îranê kombûnên nerizayetî lidar xistin û daxwaza pêregihîştin bi daxwaziyên xwe kirine.
Malnişînkiriyan li tevahiya wan parêzgehan de daxwaza çareserkirin û pêregihîştin bi cibicîkirina tevaw ya ayînnameya personelî û dana kar ya sala 1389 a Rojî û pirsgirêka bîmeya malnişînkiriyan kirine.
Malnişînkiriyan li ber deriyê îdareya Muxabirat li navenda wan parêzgehan de kombûnên nerizayetî lidar xistine.
Berpirsên pêwendîdar ên rejîmê her carê bi gotinên çewt û sozên bê binyat hewla ji rêdexistina malnişînkiriyan didin lê malnişînkirî li ser daxwaziyên xwe pêdegir in û biryar dane heta gihîştin bi armancên xwe wan kombûnên nerizayetiyê li her heftiyekê de li rojên Duşemiyê de bidomînin.